Duh Îsraîlê êrîşeke dijwar li dijî Libnanê pêk anî.
Herî kêmî 62 bajarokên li başûrê Libnanê bi balafirên şer, top û dronan rastî bombebarana Îsraîlê hatin.
Rayedarên Libnanê, eşkere kirin ku di van êrîşan de, 17 sivîl hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Libnan: Me bi Îsraîlê re civînên rasterast pêk neanîne
Vê sibê Wezîrê Ragihandinê yê Libnanê, Paul Morcos behsa rêveçûna hevdîtinên wan bi Îsraîlê re kir û wiha got:
"Libnanê bi Îsraîlê re danûstandinên rasterast nekirine, civîn û hevdîtin hîn jî di asta amedekirin û destpêkirinê de ne."
Paul Morcos, piştrast kir ku ew bi Washingtonê re danûstandin berdewam dikin da ku zextê li Îsraîlê bike ku pabendî agirbestê bibe.
Trump ji Netenyahu xwest ku operasyonên leşkerî li Libnanê sînordar bike
Di vê çarçoveyê de, Axiosê ragihand ku Serokê Aamerîkayê Donald Trump ji bo Libnanê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu re axiviye.
Li gorî jêderê, Donald Trump ji Benjamin Netenyahu xwestiye ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Libnanê sînordar bike.
Bîlançoya êrîşên li ser başûrê Libnanê: 2 hezar û 586 kuştî hene
Her êrîşek li Libnanê bi xwe re bîlançoyê girantir dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên ji 2'yê adarê û heya 30'ê nîsanê de li ser başûrê Libnanê , 2 hezar û 586 kes hatine kuştin.
Li gorî jêderê, li rex van kuştiyan jî 8 hezar û 2 kes jî birîndar bûne.