Li Rojava û Sûriyê, li dijî fitneya derxistina şerê Kurd û Ereban, êlên herêmê ketine nav liv û tevgerê.
Rûspî û şêxên êlên Kurd û Ereban bi vexwendina êla Deqoriyan li gundê Sarincê yê Deqoriyan ê girêdayî bajarê Amûdê li hev civiyan.
Hevdîtin ji bo xurtkirina hevdgirtina di navbera pêkhateya Kurd û ya Ereb de hat organîzekirin.
Rûspiyekî êla Şemerê, Ebdulselam Paşa Asî Cerba, di civînê de diyar kir ku ev roj ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û wiha dewam kir:
"Ji demên berê ve, em li ser geşkirina biratiyê mezin bûne.
Em derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de napejirînin.
Ji aliyê xwe ve, şêxê êla Teyê Ziyad Ferhan jî da zanîn ku welat bi hevgirtina hemû aliyan ava dibe û dîroka wan şahidê vê yekê ye.
Ziyad Ferhan got ku wan bi hev re li hemberî gelek zehmetiyan li ber xwe daye.
Di heman çarçoveyê de, li ser navê êla Hesina jî Ebdulezîz Hac Ehmed destnîşan kir ku ew ne weke aliyên jihevcuda, lê weke yek alî bi yek giyanî û yek xwestekê li hev dicivin.
Şêxê êla Şemerê ya li Sûriyê Man'i Himêdî Deham Hadî jî axivî û ev anî ziman:
"Divê êl hevgirtina xwe bînin ziman.
Em dizanin ku fitnexwaz hene, lê em ê rê li ber vê fitneyê bigirin."
Şêxekî êla Benî Seb'a Hisên Hecî Ebû Emşa jî bang li aliyên peywendîdar kir ku ew ê bi xwe parêzgeha xwe biparêin.
Her wiha rûspiyê êla Begara Ewad Ugla axivî û ev anî ziman:
"Hebûna êlan li vê deverê hevgirtina wan e û ew ê tim bi hev re bin."
Li ser navê êla Milan jî, Xidir Axa Hesan Elî Îsa got ku yekrêziya pêkhateyan wê rê li ber hemû astengiyan bigire.
Di heman demê de, li ser navê Êla Morîka-Kîkan nivîskar Mişel Osman da xuyakirin ku erka êlan derketina li dijî fitneyê ye.
Di dawiyê de, êlan bi axaftinan piştgirî da peymana 29'ê çileyê ya di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de.