Nakokiyên di navbera Îran û Amerîkayê de, aloziya heyî kûrtir dike.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, li ser hesabê xwe yê X'ê peyamek belav kir.
Qalîbaf, di peyama xwe de rexne li hewldanên Washingtonê yên ku dixwazin Îranê dorpêç bikin, kir.
Mihemed Qalîbaf, cografyaya Îran û Amerîkayê da ber hev û wiha nivîsand:
"Eger hûn du dîwaran ava bikin, yek ji New Yorkê heta beravên rojava û ya din jî ji Los Angelesê heta beravên rojhilat, dirêjiya wan a giştî digihêje 7 hezar û 775 km.
Ev hîn jî nêzîkî hezar kîlometreyî ji dirêjiya giştî ya sînorên Îranê kêmtir e."
Serokê Parlamentoya Îranê bangî Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth kir û got:
"Têbinî ji bo Pete Hegseth: Kîlometreyek wekî 0,62 mîlî ye."
Ji 28'ê Sibata borî ve, Tehranê Tengava Hurmizê girtiye.
Vê yekê tevgera keştiyên bazirganî û veguhestina deryayî ya li wê herêma stratejîk rawestandiye.
Wekî bersivekê ji bo vê gava Tehranê, Washingtonê jî ji 13'ê Nîsanê ve dorpêçeke tund danîne ser keştî û benderên Îranê.
Armanca van dorpêçan, birîna çavkaniyên darayî yên Îranê û neçarkirina vegere ser maseya dan û standinan e.