Raportên Parastina Sivîl ên li Xezeyê, nîşan didin ku rojane di operasyonên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, bi dehan kes têne kuştin.
Çavkaniyên bijîşkî ji Al Arabiya re ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de di bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezeyê de, di nav de 16 kes li benda alîkariyê bûn, 92 kes hatine kuştin.
Di nav koçberiya berfireh a mirovan li bajarê Xezeyê de, beşên bakur û rojhilatê bajêr, rastî êrîşên hewayî û toparanên Îsraîlê yên berdewam tên.
Artêşa Îsraîlê: Me ji sedî 40 bajarê Xezeyê kontrol kiriye
Ji aliyekî din ve jî, berdevkê leşkerî yê Îsraîlê duh ragihand ku artêşa wan ji sedî 40 bajarê Xezeyê kontrol kiriye.
Di heman demê de, ew bi planên xwe yên ji bo girtina tevahiya bajêr berdewam dike.
Ji xwe Îsraîlê hefteya borî bajarê Xezeyê wekî "herêma şer" ragihandibû.
Li gorî The Times of Israel, hin beşên bajêr wekî "herêmên sor" têne hesibandin û artêşa Îsraîlê ferman da Filistîniyan ku ji ber şerên dijwar ji herêmê derkevin.
Wezîrên Karên Derve yên Ereban banga rawestandina şerê li Xezeyê kirin
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrên karên derve yên dewletên ereban ji bo nirxandina krîza Xezeyê li paytexta Misrê Qahîreyê li hev civiyan.
Wezîran banga “destwerdana bi hêz” kir ji bo ku şerê li Xezeyê raweste û projeya filistînî bê parastin.
Sekreterê giştî yê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû El Xeyt, şerê Îsraîlê bi “sînordarkirina doza Filistînê û koçberkirina gelê wê” pênase kir.
Ehmed Ebû El Xeyt destnîşan kir ku ji bo rawestandina komkujiyê û parastina projeya dewleta Filistînê ya serbixwe, divê xebat bê kirin.
Ebû El Xeyt eşkere kir ku nêzî 150 dewletan Filistîn nas kiriye û di heman demê de biryara Amerîkayê ya ku rê neda şandeya Filistînê, tevli civînên Neteweyên Yekbûyî bibe, şermezar kir.