Li Efrînê karmendên Ereb li şûna Kurdan tên bicihkirin

Li Efrînê, Hikûmeta Vaguhêz, hemû karmendên Kurd, ji Efrîn derdixîne û wan dişîne Helebê, da ku li şûna wan karmendên Ereb bicih bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyeke payebilind ji saziya Dadwerî ya Efrînê, da zanîn ku li Efrînê ragihandin tune ye, lewra pirsgirêkên bingehîn ên weke desteserkirina milkan, şantajkirina niştecihên Kurd û destdanîna ser erdên giştî, tên veşartin.

Çavkaniyê da xuyakirin ku wan weke dadger, xanî û erd li xwediyên wan ên rewa vedigerandin.

Çavkaniya payebilind diyar kir ku ev biryar, zagona destûrê ya ku soz daye mafên kêmneteweyan û cudakariyê, binpê dike.

Dadgerên Efrînê plan dikin ku piştî 16ê Îlonê, îtirazeke fermî pêşkêş bikin.

Çavkaniyan eşkere kir ku dadger dixwazin Serokê Dadgeha Efrînê ji Efrînê be û herî kêm %60-70ê karmendan, ji xelkê herêmê bin.

Dadgeran, bang li raya giştî ya herêmî û navdewletî kir ku ew bajarê xwe bi xwe birêve bibin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24