Koçberên Serê Kaniyê daxwaza parastina ewlehiya xwe dikin
Piştî êrîşa li ser karwanê yekem ê koçberên Serê Kaniyê, gelek malbat vegeriyan û ev yek bûye sedem ku bêbawerî di nav koçberan de çêbibe. Koçberan diyar kirin ku malên wan bi temamî hatine wêrankirin û gotin: " Divê pişta me hebe heta em karibin bi ewle vegerin cih û warê xwe".