Bahçelî : Kurd ne ji bo firotanê ne, ne kirêkirî û ne jî kujer in

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo îdiayên çekdarkirina komên Kurd ên li Îranê got: "Xwişk û birayên me yên Kurd ne ji bo firotanê ne, ne ji bo kirêkirinê ne û ne jî kujer in."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de li Meclise derbarê geşedanên di rojeve de axivî.

 

Devlet Bahçelî bertek nîşanî êrişên DYA û Îsraîlê da û anî ziman ku êrişên li ser Îranê ji bo tevahî herême xetereyan derdixîne.

 

Devlet Bahçelî diyar kir ku  li Îranê dixwazin şerê Sunî û Şîî derxînin û got: "Divê kes neyê provakasyonan."

 

Her wiha Devlet Bahçelî destnîşan kir ku gelê Kurd gelekî bi rumet e û nabe lêşkerê kesî û wiha lê zêde kir:

 

"Xwişk û birayên me yên Kurd, ne ji bo firotanê ne, ne ji bo kirêkirinê ne û ne jî kujer in.

 

Nikarin wekî piyonên projeyên zordar ên kesî werin dîtin an nîşan dan.

 

Kurd gelekî bi rûmet, bi heysiyet, wêrek, esilzade û maqûl in.

 

Yên dixwazin şerê Kurd û Tirkan derxînin, nikarin bigihêjin encamên xwe.

 

Kurd û Tirk birayê hev in."

 

Devlet Bahçelî bal kişand ser moşeka ku ji aliyê Îranê ve hatiye avêtin û ketiye qada hewayî Tirkiyeyê  jî û wiha axivî:

 

"Ew mûşek ji aliyê NATO'yê ve hate îmhakirin.

 

Divê hemû dewlet hişê xwe bidin serê xwe.

 

Divê bê zelalkirin ka ev bi zanebûn an nezanebûn hatiyê kirin.

 

Em naxwazin moşekeke din bikeve Azerbêcan û Tirkiyeyê."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye