Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Îranê Ebas Eraqçî, roja duşemê di hevpeyvînekê de bi Kanala PBS News re, gumanên xwe li ser danûstandinên nû bi Amerîkayê re anî ziman.
Ebas Eraqçî wiha axivî:
"Hîn pir zû ye ku Mucteba Xameneyî li ser danûstandinên bi Amerîkayê re, şîrove bike.
Em hemî li benda axaftin û şîroveyên wî ne, ku dê paşê werin kirin.
Lê ez nafikirim ku mijara danûstandinên bi Amerîkiyan re an jî danûstandinên nû bi wan re dê li ser maseyê bin.
Ji ber ku ezmûnek me ya pir tal a danûstandinên bi Amerîkiyan re heye."
Beqayî: Niha gotûbêjên li ser agirbestê ne di rojevê de ne
Di demekê de ku şerê di navbera Îranê ji aliyekî ve û Îsraîl û Amerîkayê ji aliyê din ve dikeve roja xwe ya 11'emîn de.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, roja duşemê di civîneke çapemeniyê de got ku heya ku êrîş berdewam bikin îhtîmala agirbestê kêm e.
Îsmaîl Beqayî diyar kir ku Îran dê berdewam bike ku xwe biparêze û wiha lê zêde kir:
"Amerîka hewl dide ku êrîşên xwe bi hincetên derew, rewa bike.
Armanca Amerîka û Îsraîlê lawazkirin û parçekirina Îranê ye û ev yek çênabe.
Hemî hewldanên me li ser rûbirûbûna bi êrîşkariya Amerîka û Îsraîlê re ne.
Heya ku êrîş berdewam bikin, ji bilî parastin û bersivdayîna dijminan, cih ji bo gotûbêjan li ser tiştekî tune ye.
Destwerdana Amerîka li herêmê tenê kaos û nearamî çêkiriye."
'Divê dewletên cîran bilez biryaran nedin'
Li aliyekî din, Berdevkê Wezareta Derve red kir ku Azerbaycan an Tirkiye bûne hedef.
Her wiha wî tekezî li ser daxwaza Tehranê ya parastina têkiliyên baş bi welatên cîran re kir û wiha berdewam kir:
"Qibrisê, zelal kiriye ku mûşeka ku li baregeha wê ya leşkerî ketiye, ji Îranê nehatiye.
Divê welatên cîran bi lez û bez helwest û biryaran negirin.
Her cihek ku ji wir êrîş li dijî axa Îranê were kirin, dê bibe armanc."
Di heman demê de, hêzên çekdar ên dewleta Îranê, bi taybetî Sipahê Pasdaran careke din tekezî li ser berdewamiya şer kirin.
Her wiha ragihandin ku ew ê şer bidomînin heta ku eger şeş mehan jî dirêj bike.