Di hilbijartinên Kosovayê de Serokwezîr Kurti bi ser ket

Di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Kosovayê de, partiya Serokwezîrê niha Albin Kurti bi ser ket. Lê bele ne dîyare ku bi van encamên hilbijartinê wê krîza sîyasî çareser bike an na.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Kosovayê roja yekşemê hilbijartinên giştî yên pêşwext hatin lidarxistin.

Rêjeya beşdarbûna hilbijêran li welatê ku nifûsa wê nêzîkî 2 milyon e, nêzîkî %44 bû.

Partiya Serokwezîr Albin Kurti, Vetevendosje , %49.8ê dengan wergirt.

Dengê reqîbê wê yê herî nêzîk a Partiya Demokrat a rastgir gihîşt nêzîkî %21ê.

Partiya Albin Kurti di rêza yekem de ye lê belê piraniya mutleq a di parlamentoyê de bi dest nexist.

Vetevendosje, ji 120 kursiyan tenê 56 kursî bi dest xist.

Piştî van encaman, ne dîyare ka wê krîza sîyasî ya li Kosovayê çawa çareser bibe.

Gelo krîza siyasî ya li Kosovayê bi dawî dibe?

Di hilbijartinên parlementoyê yên di meha Sibatê de de, partiya serokwezîr Kurti tenê ji sedî 42ê dengan wergirtibû.

Ji ber ku ew nekarî piraniya parlamentoyê bi dest bixe, krîza siyasî bi mehan dom kir.

Di parlamentoyê de biryargirtin hema hema ne mûmkûn bû.

Heta, ji bo hilbijartina serokê parlamentoyê jî 50 rûniştin pêwîst bûn.

Hewldanên ji bo avakirina hikûmetê jî têk çûn.

Ji ber vê yekê, budçeya sala 2026an nehat pejirandin.

Hwrwiha, alîkariya ku ji hêla Yekîtiya Ewropî ve hatîye dayîn, nehat wergirtin.

Serokwezîr Albin Kurti li dijî bandora Sirban a li Kosovayê têkoşîn dike.

Ev helwest, her çend piştgiriya gelek Albanên Kosovayî bi dest bixe jî, bi Belgradê re dibe sedemê alozîyê 

Kosovayê di sala 2008an de serxwebûna xwe ji Sirbistanê ragihand.

Lêbelê, Sirbistan hîn jî serxwebûna Kosovayê nas nake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye