Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dewam dike.
Rayedarên Rûsyayê ragihandin ku di êrîşeke bi dronan a li ser bajarê Syzran li herêma Samarayê de 2 kes hatine kuştin.
Waliyê herêma Samarayê, Vyacheslav Fedorichev, der barê êrîşê de agahî li ser Telegramê parve kirin û tekez kir ku di êrîşê de 2 kes hatin kuştin.
Li bajarê Syzranê ku bi qasî hezar kîlometreyan dûrî sînorê Ûkraynayê ye parzûngeheke mezin a petrolê heye.
Hate ragihandin ku di êrişeke bi dronan a li ser bajarokê Shepikino ya girêdayî Belgorodê ya li ser sînorê Ûkraynayê de 3 kes birîndar bûne.
Berpirsên Kîevê jî ragihand ku di encama êrişên Rûsyayê yên şevê din li bajarê Dnipro yê başûrê rojhilatê Ûkraynayê de kesek birîndar bûye.
Bi giştî di encama êrîşên doh de, di navbera her du aliyan de 2 kes hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Mariya Zaxarova: Zelenskyy dixwaze şer gur bike
Li aliyeke din Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di kongreke çapemeniyê de behsa Şerê Rûsya û Ukraynayê kir.
Mariya Zaxarova diyar kir ku Serokê Ukraynayê Vlodîmêr Zêlnisky dixwaze şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gur bike.
Rûsyayê cebilxaneyên nukleerî veguhestiye Bêlarûsyayê
Di heman çarçoveyê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku welatê wê cebilxaneyên Nûklerî veguhest Belarûsyayê.
Li gorî wezaretê, ji bo tetbîqatên li ser çekên mezin ên nûklerî veguhestiye depoyên meydanî li Belarûsyayê.
Tetbîqat roja sêşemê destpêkirine û dê îro jî bi dawî bibin.
Ev tetbîqat di demekê de tên ku Rûsya dibêje ku ew şerê hebûn û nebûne bi Ûkraynayê re dike.
Mertis pêşniyar dike ku endamtiya Yekîtiya Ewropayê bide Ûkraynayê
Li aliyekî din jî Şêwirmendê Almanyanyê Frîdrîş Mêrts pêşinyar kir ku ew roleke rasterast di nava saziyên Yekîtiya Ewropayê de bide Ûkraynayê.
Frîdrîş Mêrts got: “Ev gav rêvekirina li pêş tevlîbûna Ûkraynayê ji bo yekîtiyê ye.”
Tevlîbûna wê di baweriya Mêrts de wê dîtina rêkeftinekê ji bo dawî anîna li Şerê Rûsya û Ûkraynayê leztir bike.
Merts bi nameyekê daxwaz ji Berpirsên Yekîtiyê kir ku Ûkrayna weke endamekî hevpeyman di civîna Yekîtiyê de divê amade bibe.