Li bajaroka Kenscoff a li rojhilatê paytexta Haîtî Port-au-Prince, tundiya li dijî sivîlên bêparastin rûyekî nû nîşan da. Endamên komeke çekdar êrîşî dêreke ku ji aliyê malbatên koçber ve wekî kamp dihate bikaranîn kirin.Di vê êrîşê de, nêzî 40 kesên ku ji ber şer reviyabûn û koçber bibûn, hatin kuştin.
Şaredarê herêmê Massillon Jean diyar kir ku hinek ji qurbaniyan rasterast hatine kuştin, bi dehan kes birîndar bûne û hinek sivîl jî hatine revandin. Ev trajîdî careke din nîşan dide ku çawa gelê Haîtî yê bêparastin di navbera şerê hêzên herêmî û lawaziya saziyên dewletê de hatiye mehkûmkirin.
Li Haîtiyê, ji ber tunebûna pergaleke siyasî ya bi îstîqrar û xizmetguzariyên bingehîn, komên çekdar herêmên berfireh ên paytextê kontrol dikin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 1.5 mîlyon mirov ji malên xwe koçber bûne û zêdetirî 5 mîlyon kes di bin sîbera birçîbûn û bê ewlehiya xwarinê de dijîn. Dema ku rayedarên hikûmetê tenê bi şandina daxuyaniyên sersaxiyê re sînordar dimînin, gelê xizan her roj bi tundî û xizaniyê re rû bi rû tê hiştin.