Fikarên li ser Tengava Hurmizê: Pakîstan di navbera aliyan de rola navbeynkariyê dilîze

Artêşa Pakîstanê ragihand ku hevdîtinên Fermandarê Giştî yê Artêşê, Asim Munîr, li Îranê li ser rêgirtina li ber alozîbûneke mezintir û vekirina rêya deryayî ya girîng a enerjiyê bûn. Wezîrê Navxweyî yê Pakîstanê jî tekez kir ku ev gotûbêj gelekî serkeftî derbas bûne û bi Serokê Îranê re gihîştine xaleke pir erênî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya ku ajansa "Reuters" ji çavkaniyên leşkerî yn Pakîstanê veguhastiye, Fermandarê Artêşê, Jeneral Asim Munîr, li Tehranyê paytexta Îranê, ligel berpirsên bilind ên Îranî hevdîtinên berfireh pêk anîn. Di van hevdîtinan de, mijara sereke dîtina rêyên ji bo vekirina Tengava Hurmizê bû, ku ev der wekî şerîda herî krîtîk a veguhastina sotemeniya cîhanê tê qebûlkirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Navxweyî yê Pakîstanê, Muhsîn Riza Neqwî, daxuyand ku pêvajoya danûstandinan "pêşkeftineke mezin" bi xwe re aniye. Neqwî da zanîn ku rûniştina wan a ligel Serokê Îranê, Mesûd Pezêşkiyan, encamên pir erênî dane û her du alî li ser aktîfkirina "Peymana Îslamabadê" ya ji bo çareserkirina aloziyan nîqaş dikin.

Ev hewldanên dîtbarî û dîplomatîk ên Îslamabadê di demekê de tên ku fikarên navdewletî li ser girtina Tengava Hurmizê û bandora wê ya neyînî li ser bazara aborî û ewlehiya Rojhilata Navîn zêde bûne. Pakîstan dixwaze di navbera aliyên şer û nakok de rola navbeynkariyê bilîze û bi rêya diyalogê aramiyê bîne herêmê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye