Li Enqerê 40 mamoste hatin binçavkirin

Li Tirkiyê yek ji aliyên ku herî zêde bi krîza aboriyê bandor dibin, mamoste ne. Îro li Tirkiyê 40 mamoste ji ber ku daxwaza mafên xwe dikirin, hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îro li Enqereyê mamoste li ber Wezareta Gencîne û Darayiyê kom bûn, daxuyanî dan û daxwaza başkirina rewşa aborî û mafên kar kir.

Piştî daxuyaniyê, dema mamosteyan xwest ber bi Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve bimeşin, hatin binçavkirin.

Polîsan bi danîna barîkatan rê li ber meşê girt û hin mamoste rastî êrîşa fîzîkî hatin û di encam de 40 mamoste hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya sendîkayê, di nav kesên binçavkirî de serokê sendîkayê, endamên lijneya rêveberiyê û nûnerên sendîkayê jî hene.

Mamosteyan berê ragihandibû ku wan daxwazên xwe gihandine saziyên curbecur lê bersiva "budce tune ye" wergirtiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye