Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê, encamnameya 'Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk' ji raya giştî re eşkere kir.
Tevî ku 12 sal di ser fermana herî dawî re derbas bûne, Şengal hîn jî bê statû ye û bi hezaran koçber nikarin vegerin ser axa xwe. Konferansê wekî bersiv, bang li Îraqê û civaka navneteweyî kir ku jenosîdê nas bikin û îradeya civaka Êzidî qebûl bikin.
Di vî warî de ji bo rêgirtina li fermanên nû, 7 biryarên dîrokî hatin girtin.
7 biryarên dîrokî hatin girtin
Biryarên di konferansê de hatin girtin bi vî rengî ne:
Ev konferans wê her sal were lidarxistin.
Ji bo naskirina jenosîdê ya navneteweyî saziyek taybet tê avakirin.
Ji bo parastina dîroka fermanê, wê hemû sened û arşîv werin komkirin.
Şengala kevin wê bibe muzexaneya fermanê da ku neyê jibîrkirin.
Ji bo avakirina Şengalê, wê bi hemû saziyên peywendîdar re têkilî werin danîn.
Ji bo parastina mafan, xebatên entegrasyona demokratîk tên xurtkirin.
Ji bo naskirina fermî ya jenosîdê, di her qadê de xebat tên kirin.
Di dawî de bang li hemû hêz û saziyên navnetewî û mafên mirovan hate kurin ku jenosîda Şengalê nabikin.