Ev devera hatiye nîşankirin 54 k.m dûrî bajarê Helebê ye.
Dêr Hafir, Baberî, Qewas û Meskene di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk a Sûriyê QSD'ê de ye.
Ev dever, bi awayekî rojane ji aliyê çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê tên topbarankirin.
Li rex topbaranê, gelek caran di navbera QSD'ê û çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê de şer derdikeve.
Nexşeyê cihê destnîşankirî sor bike
Artêşa hikûmeta veguhêz a Sûriyê hişyariyek belav kir, Dêr Hafir û Meskene wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihand.
Artêşa Hikûmeta veguhêz a Sûriyê di daxuyaniya xwe de ev nexşe belav kir û wiha got:
“Herêma ku bi rengê sor hatiye diyarkirin, ji vê dîrokê û pê ve wekî herêma leşkerî ya girtî tê hesibandin.”
Hikûmeta veguhêz di daxuyaniya xwe de bangî sivîlan kir ku ji xalên QSD'ê yên li wê herêmê dûr bisekinin.
Artêşa hikûmeta veguhêz îdia dike ku ji bo rêgirtina li bikaranîna vê herêmê ya ji bo operasyonan ew dê hemû gavên pêwîst bavêjin.
Her wiha ji bo vê rewşa heyî jî tevgera leşkerî a QSD'ê li Dêr Hafirê weke hincet nîşan dide.
Li gorî agahiyan, ev 3 roj in li ser hev hikûmeta veguhêz a Sûriyê karwanê leşkerî dişîne van herêman.
Bi hezaran leşker, erebe û çekên giran şandiye eniyên şer.
Di nava rageşiya heyî de,şevê din çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê careke din Dêr Hafir bombebaran kir.
Di encamê de, pira Um Tîma ya bakurê Dêr Hafirê hate armanckirin û pir ji xizmetê derket.
QSD'ê îdîayên hikûmeta Veguhêz derewand
Li hember Îdîayên artêşa hekûmeta Veguhêz a Sûriyê Navenda Ragihandê ya QSD'ê daxuyanî da.
QSD'ê da zanîn ku ew daxuyaniyên wezareta parastinê ya Hikûmeta veguhêz ên der barê rewşa meydanî ya Dêr Hafirê de dişopîne.
QSD: Ne hêzên me, artêşa hikûmeta Veguhê li van hêrêman xwedî tevgera leşkerî ye
QSD'ê eşkere kir ku li Dêr Hafirê tu tevgerek leşkerî ya wan tune ye û hemû îdiayên belavbûne bê bingeh in û wiha lê zêde kir:
"Berevajî van îdîayan, tevgerên meydanî yên heyî bi giranî ji hêla çekdarên hikûmeta Şamê ve têne kirin.
Dubarekirina van îdiayan ji hêla Wezareta Parastinê ve hewldanek e ji bo afirandina hincetan û bilindkirina rageşiyê.
Em kesên li pişt vê yekê disekinin, berpirsiyarê her encamên wê dibînin.
Em li dijî berdewamiya vê nêzîkatiya hişyar dikin û pabendbûna xwe ya ji bo kêmkirina rageşiyê ji nû ve piştrast dikin.
Her wiha QSD'ê diyar kir ku ew mafê xwe yê rewa yê girtina hemî tedbîrên pêwîst ji bo parastina herêmê û sivîlan diparêzin, bi kar bîne.