Bayindir: Komîte xwe nade ber berpirsyariyê

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir biryara Komîteya Wezîran a derbarê “Mafê hêvîyê” de nirxand û got: “Komîte xwe nade ber berpirsyariyê”. Her wiha diyar kir ku desteserkirina vê mafî ne tenê girtî her wiha baweriya adaletê ya malbatên wan, civakê û nifşên pêşerojê jî têk dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 15-17’ê Îlonê de ji bo doza “Mafê hêviyê” ya Rêberê Gelê Kurd kom bû û careke din dem da Tirkiyeyê û jê xwest heya Hezîrana 2026’an sererastkirinên pêwîst bike.

Li hember vê taloqkirinê gelek aliyan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir derbarê birayara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ji  ANF’ê re axivî û got: “Pêwendiya vê yekê yekser bi demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşeroja aştiya civakî heye.”

 

'Abdullah Ocalan muzakervanê sereke ye'

 

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê mayînde bibe mercê herî bingehîn azadiya Rêberê Gelê Kurd e û wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan muzakervanê sereke ye. Divê karibe bi rengekî azad, ewle û bi tendirustiyeke baş bixebite, karên xwe yên siyasî bimeşîne”.

Nêzîkatiyên hikûmetê ya di pêvaoyên din de Bayindir bi bîr xist û diyar kir ku di pêvajoyên berê de jî hikûmetê hewldanên çareseriyê ji bo destkeftiyên xwe yê di hilbijartinê de bikar aniye û pêvajo bi dawî kiriye.

Bayindir da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd rexmî tecrîd û zextên li ser xwe dîsa jî ji bo aştî û siyaseta demokratîk bang kiriye û wiha lê zêde kir: “Çareserî tenê bi muxatebiya hev û avakirina diyalogê dikare pêk were û azadî tenê li ser hîmê wekheviyê dikare mayînde bibe.

 

Ji bo saziyên demokratîk bang: Hîn bi biryar têkoşîn bikin

 

Bayindir diyar kir ku “mafê hêviyê” ne tenê sererastkirineke teknîkî ye û got: “Desteserkirina vî mafî ne tenê girtî her wiha baweriya adaletê ya malbatên wan, civakê û nifşên pêşerojê jî têk dibe.”

Bayindir bêdengiya li hember vê bêhiqûqiyê weke hevkariya sûc bi lêv kir û bang li hêzên demokrasiyê, aştîxwaz kir ku li ser xeteke têkoşînê ya hîn rêxistinî, hîn bi biryar û hîn kollektîf bibin yek.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê di diwiyê de got: "Ev têkoşîn ne tenê ya girtiyan e, têkoşîna her kesî ku daxwaza pêşerojeke azad û wekhev dike”.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24