Xerîb Hiso: Pergala nenavendî bingehên jiyana hevbeş diparêze

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala nenavendî wek çareseriya guncaw ji bo Sûriyê nirxandin û dan zanîn ku ev pergal mafê hemû pêkhateyan ku bi sedan salan hatibûn qirkirin, vedigerîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso û Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Bêrem ji ANHA yê re derbarê pergala nenavendî de axivîn û gotin ku nenavendî jiyana hevbeş û pirrengiyê li Sûriyê bi hêz dike.

 

‘Pergala nenavendî jiyana hevbeş bi hêz dike’

 

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso diyar kir ku pergala navendî, desthilat bi kar tîne û pêkhateyên civakê paşguh dike, lewma pêdivî bi pergala nenavendî heye ku tundiyê red dike û mafan mîsoger dike.

 

‘Nenavendîbûn mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike’

 

Hiso bi bîr xist ku pergala nenavendî di qanûnên navneteweyî de hatiye destnîşankirin û got: "Ev pergal maf dide gelan ku şêwazê desthilatê û mekanîzmeya pêkanîna wê bi awayekî azad û bêyî destwerdanên derve diyar bike."

 

Mihemed Bêrem: Pergala navendî li dijî daxwazên Sûriyan ne

 

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Bêrem jî got ku her aliyek hewl dide li gorî berjewendiyên xwe pergala navendî ferz bike, ev jî li dijî daxwazên pêkhateyên Sûriyê ne.

Bêrem piştrast kir ku Sûriye ji ber pirrengiya pêkhateyên xwe hewceya wê bi pergaleke nenavendî heye ku mafê tevahî pêkhateyan bi cih bîne û Sûriye vegerîne rola wê ya dîrokî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24