Cenazeyên 9 pêşmergeyên Rojhilat li Silêmaniyê hatin veşartin

Di şeva derbasbûyî de, Komara Îslamî ya Îranê bi mûşekan êrîşî yek ji navendên partiyeke Rojhilatê Kurdistanê li nêzîkî Hewlêrê kir. Di saet 12:20 şevê de ew êrîş li hember navenda Komleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Dola Alane pêk hat. Berî vê êrîşê jî cenzaeyên 9 Pêşmergeyên Komele li goristaneke bajarê Silêmaniyê hatin veşartin. Ew her 9 Pêşmerge jî di êrîşa Komara Îslamî ya Îranê di 17`ê vê mehê de li nêzîkî Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabûn.

reset font size increase font size

Ji nexweşxaneyê ber bi goristanê ve tên birêkirin.

Cenazeyên her 9 Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê li goristana Şêx Ehmedî Hindî ya bajarê Silêmaniyê bi axê xwe ve hatin spartin.

Di dema veşartina cenzaeyan de, hejmarek ji jinên Kurd jî amade bûne, êş û xemgîniya xwe bi girî û qêrîn tînin ziman.

Bi dehan kes li vê gorsitanê xatirê dawî ji her 9 cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin.

Di êrîşa Komara Îslamî ya Îranê bi ser navçeya Zergiwêzele ya girêdayî Silêmaniyê de, di 17`ê vê mehê de van her 9 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ji bo her 9 endamên xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Komele dibêje wê xwîna van 9 Pêşmergeyan li erdê nemîne.

Ev her 9 Pêşmerge ji bajarên Bokan, Merîwan, Dîwandere, Şabad, Bane û Şazend ên Rojhilatê Kurdistanê ne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye