Bargehên Koalisyona Navneteweyî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji êrîşên Îranê û çekdarên wê bêpar neman.
Şevê din, bi 2 dronan êrîşî baregeha Qesrikê ya Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê bajarê Hesekê hat kirin.
Hate ragihandin ku hêzên Amerîkayê yên li baregehê dron asteng kirin.
Her wiha hate diyarkirin ku bermahiyên her du dronan li Til Ehmer û li gundê Til Mesasê yê Til Temirê ketine xwarê.
Ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîkayê yê li dijî Îranê ve, 4 caran êrîşên bi dronan li ser herêmê hatine kirin û 8 dron hatin xistin.
Li Şamê dengê teqînan hat bihîstin
Hem wextî vê yekê, dengê teqînên bihêz li Şamê jî hatin bihîstin.
Kenala Ixbariya Sûriyê, ragihand ku ev deng encama rêgirtina li ber mûşekên Îranê li qada hewayî ya Sûriyê ji aliyê berevaniya Îsraîlê ve hatiye kirin.
Sîpan Hemo: Divê Îraq van êrîşan bi dawî bike
Li ser vê êrîşê, alîkarê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Sîpan Hemo êrîş şermezar kir.
Sîpan Hemo, Hikûmeta Îraqê wekî berpirsê van êrîşan dît û got ku divê raeydarên Îraqê bi erkên xwe rabin û pêşî li van êrîşên ku ji xaka wê têne kirin, bigire.
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê, girîngiya hevkariya herêmî û navneteweyî ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya herêmî tekez kir.