KCK`ê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku siyasetek tê meşandin da ku Kurdistan bibe navenda vî şerî û got:
"Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn.
Tevî ku gelê Kurd nebûye beşek ji vî şerî, lê siyaset û helwesteke herêmî û navdewletî heye da ku Kurdistan bibe yek ji navendên vî şerî.
Ji despêka şer ve Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûne armanca êrîşan.
Bi taybetî Başûrê Kurdistanê bûye armanca êrîşên diron û mûşekan."
KCK`ê tekez kir ku ew weke Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê van êrîşan şermezar dikin û wiha bi dawî kir:
"Daxwaza me ew e ku hemû aliyên peywendîdar ji bo rawestandina van êrîşan erk û berpirsyartiyên xwe bicih bînin."