li Rojava û Sûriyê di 6`ê Nîsanê de qeydkirina kêsên ku bê nasname ne dest pê dike

Ji bo qeydkirina Kurdên nasnameyên wan nîn in ango "mektûm" in, 9 navendên pêşwazîkirina daxwaznameyan hatin diyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku li gorî fermana qanûnî ya bi hejmara 13'an a sala 2026'an, ew ê ji 6ˊê nîsanê ve, dest bi qeydkirina navên Kurdên Rojava ku nasnameyên wan tune ne ango mektûm in, bikin. 

Daxwazname li van navendên bajarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine destnîşankirin, û dê ji hêla komîteyan ve werin wergirtin:

 

Hesekê: Navenda Meclisa Xwecihî ya Hesekê.

 

Dirbêsiyê: Navenda Meclisa Bajêr.

 

Qamişlo: Navenda Meclisa Xwecihî.

 

9 Navend ji bo qeydkirinê hatine diyarkirin

 

Çilaxa: Navenda Meclisa Xwecihî.

 

Dêrik: Navenda Meclisa Xwecihî û sekreteriya Dêrikê.

 

Heleb: Hola Şehba ya Werzîşê (hola ciwanan a berê) li beramber Gerînendetiya Ewqafê ya taxa Cemîliyê.

 

Dêrazor: Navenda li nêzî banka navendî ya Dêrazorê.

 

Reqa: Navenda li nêzî banka navendî ya Reqayê.

 

Şam: Navenda Gerînendetiya Karûbarên Sivîl a Şamê, li kêleka Pira El Sewre (Şoreş).

 

Li gorî wezaretê, qonaxa yekemîn, wergirtina daxwaznameyan, kontrolkirina kaxiz û îspatan e.

 

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di 16'ê çileya 2026'an de reşnivîseke qanûnî ya hejmara 13'an derxist.

 

Di vê reşnîvîsê de hate diyarkirin ku welatiyên Kurd beşeke resen ji gelê Sûriyê ne, nasnameya wan a çandî û zimanî beşeke ji nasnameya neteweyî ya Sûrî ya pirreng û yekgirtî ku nayên parçekirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye