Li Sûriyê di 5'ê Cotmeha 2025`an de hilbijartin pêk hatibû lê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyê û Siwêda (gelê wê Durzî ye) tevlî van hilbijartinan nebûn.
Komîsyona Hilbijartinan a Sûriyê ragihand ku Hikûmeta Demkî ya Suriyê dê dawiya vê hefteyê li bajarên Serêkaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên nerasterast ên parlamentoyê li dar bixe.
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan Newar Mecme li ser hesabê xwe yê X`ê got:
"Di 23`ê cotmehê saet 09:00'an, dê navendên dengdanê li bajarên Serêkaniyê û Girê Sipî û her wiha li navenda Encumena Gel (parlamento) ya li Şamê vebin da ku sê endam ji bo Encumena Gel bên hilbijartin ku nûnertiya beşekê ji parêzgehên Reqa û Hesekê dikin."
Ji sala 2019'an ve Girê Sipî û Serêkaniyê di bin kontrola komên çekdar de ne ku Enqere piştgiriyê dide wan.
210 kursiyên dengdanên nerasterast
Ji 210 kursiyan, 140 bi dengdana nerasterast û nêzîkî 6,000 jî nûnerên ji jêrkomîteyên herêmî ve tên hilbijartin.
70 kursî ji aliyê Ehmed Şera bên taînkirin
70 kursî jî dê ji aliyê Serokkomarê Demkî Ehmed El-Şeri ve li gorî daxuyaniya destûrî ya ku meha adarê hatibû pejirandin, bên tayînkirin.
13 kursî ji bo Reqa û Hesekê
Newar Mecme da zanîn ku 13 kursiyên mayî yên Reqa û Hesekê û yên Siwêdayê "heta ku şert û mercên ewlehî û siyasî yên guncav peyda bibin" dê vala bimînin.
Rêveberiya Xweser van hilbijartinan ne demokratîk dibîne
Li aliyê din jî Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyê ew hilbijartin bi rengê "dûrker û nedemokratîk" pênase kiribû.