Li Nîgdeyê nijadperestan êrîşî karkerên kurd kirin

Li hember Kurdan êrîşên faşîzan berdewam dikin. Duh li navçeya Bor a Nîgdeyê komek nijadperest êrîşî karkerên demsalî yên Kurd kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wekîla DEM Partiyê Zeyneb Oduncu Kutevî li ser hesabê xwe yê X'ê dîmenên kêliya êrîşê parve kir û diyar kir ku karkerên demsal yên ji navçeya Sêwereg a Rihayê dema ji bo kar li Borê bûn rastî vê êrîşê hatine.

Karkerên di êrîşê de birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nîgdeyê.

Wekîla DEM Partiyê di parvekirina xwe ya medya dijital de wisa dibêje: "Karkerên demsalî, di nava vê pergala kedxwariyê ya bêdemsal de hema hema her sal rastî heqaret, cihêkarî û tundiyê tên.

Êrişa îro hatiye kirin, nîşan dide ku ewlehiya canê welatiyên me nehatiye parastin."

Zeynep Oduncu Kutevî, bang li Wezareta Karên Hundir û hemû rayedaran kir ku peywira xwe bi cih bînin.

Li aliyê din heya niha jî ji aliyê rayedaran ve ti daxuyanî di derbarê bûyerê de nehatiye dayîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24