Berdevkê PDK'Ê: Deriyê me ji bo hemû aliyên siyasî vekirî ye

Berdevkê Partiya Demokratî Kurdistanê PDK'ê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekî çapemeniyê de diyar kir ku ji bo derbaskirina ji rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê ya aloz û avakirina hikûmeteke nû, danûstandin bi hemû aliyan re berdewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê rewşa aloz ya herêmê û siyasî di rojevê de ye.

Têkildarî rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û avakirina hikûmeteke nû Berdevkê Partiya Demokratî Kurdistanê PDK'ê Mehmûd Mihemed ji çapemeniyê re nirxandin kir.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Mehmûd Mihemed wiha got:

"Deriyê PDK'ê ji bo diyalogê bi hemû aliyên siyasî re vekirî ye.

Nûnerên partiya me bi hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan dikin.

Derbaskirina rewşa siyasî û pêkanîna lihevhatina pêwîst xebat berdewam dike û em amade ne ku her gaveke pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkan bavêjin."

Berdevkê PDK'ê balkişand ser peyama Mesûd Barzanî ya ji bo cejna Qurbanê û wiha domand:

"Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna Qurbanê zelal û bê guman e.

Masûd Barzanî bang li hemû aliyên siyasî kir ku berjewendiyên hevpar li ser hesabên siyasî bidin pêş û dawî li nakokiyên heyî bînin.

Pêwîste piştî cejnê hewildanên ji bo avakirina Serokatiya Parlamentoyê zêdetir be."

"Divê Hikûmeta Federal a Îraqê ji bo çareseriyê gavên zêdetir bavêje "

Her wiha Mihemed diyar kir ku hîn dîrokek diyarkirî ji bo civînên plankirî yên di navbera partiyên siyasî de tune ye.

Berdevkê PDK'ê di dawiyê de behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kir û wiha lê zêde kir:

"Têkiliyên bi hikûmeta federal re bi awayekî erênî pêşve diçin.

Divê Hikûmeta Federal a Îraqê gavên zêdetir bavêje da ku pirsgirêkên ku bandorê li ser şert û mercên jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê dikin çareser bike.

Em hêvî dikin ku sozên ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera partiyan de hatine dayîn jî werin bicîhanîn."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye