Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan behsa pêvajoya veguhêz a li Sûriyê kir.
Erdogan destnîşan kir ku wî hin agahiyên xweş bihîstine û wiha got:
"Nûçeyên ku ji Sûriyê tên, pir xweş in."
Erdogan di nava axaftina xwe de behsa Îsraîlê jî kir û ev nirxandin kir:
"Îsraîl li Sûriyê bi hemû hewldanên xwe, dixwaze aramiyê têk bibe û tevliheviyê derxe."
Ji dema ketina rejîma Baisê û revîna Beşar Esed, Îsraîl û Tirkiyê ji bo sepandina serweriya xwe li Sûriyê, hevrikiyê dikin.