Ev qanûna çarçoveyî ku nexşeyekî nû ya civakî xêz dike, bi şev di saet 00.00'an de di Rojnameya Fermî de cih girt û bi vî rengî gava yekem a fermî hat avêtin. Tevî ku qanûn hatibe weşandin jî, ji bo ketina meriyetê mercê dawî hatiye diyarkirin; li gorî vê yekê, qanûn tenê piştî amadekirin û erêkirina rapora teyit û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) dê bi awayekî çalak bikeve meriyetê û di jiyana siyasî û civakî de bibe biryarekî fermî.
Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat weşandin
Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku girêdayî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, bi fermî di rojnameya dewletê de hat ragihandin. Ev qanûna ku ji 12 xalan pêktê, beriya niha bi piranîya dengan (467 deng) di Desteya Giştî ya Meclisê de hatibû pejirandin.