Li Freiburgê 1'emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

1'emîn Festîvala Film a Kurdî ya ku li bajarê Freiburg ê Almanyayê tê lidarxistin, li Komunal Kino destpê kir. Di çarçoveya festîvalê de ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Avesta ve tê birêvebirin, wê bi giştî 16 film bên nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Freiburg ê Almanyayê çalakiyeke nû ya çandî destpê kir. 1'emîn Festîvala Film a Kurdî bi hewldana hevpar a pêkhateyên sînemaya Kurdî û li ser navê Komeleya Çandê ya Avesta deriyê xwe li pêşberî hezkiriyên sînemayê vekir.

Vekirina festîvalê li sînemaya Komunal Kino bi axaftina endamên Komîteya Amadekar a Komuna Film a Freiburg, Newroz Sonmez û Mustafa Ozel pêk hat. Piştî axaftinan hunermend Hozan Axîn derket ser dikê.

Di roja yekem a vê çalakiyê de, filmê drama yê bêdeng ê bi navê “Zare” ku di sala 1926'an de ji aliyê Hamo Behnazaryan ve hatiye çêkirin, bi performanseke muzîkal a zindî hate pêşandan.

Her wiha kurtefilmekî derhênerekî Kurd ê ji Kerkûkê ku çîroka sê ciwanên li kampa koçberan a li bakurê Norweçê vedibêje, hate temaşekirin.

Festîval wê di navbera 2-4'ê Cotmehê de berdewam bike. Di nav bernameyê de cîh ji 4 filmên metraja dirêj, 4 belgefilm û 8 kurtefilman re (bi giştî 16 film) hatiye veqetandin. Di roja duyem de, bi boneya salvegera Komkujiya Vartînîsê, belgefilma "Vartînîs" a derhêner Mehmet Omer Bîçer wê were nîşandan.

Ji bilî vê, fîlmên wekî Hevras, Hemo Morî, Mein Vater, der Gastarbeiter û Hevî jî di nav bernameya festîvalê de ne ku armanc dikin xebatên sînemagerên Kurd ên ji herêmên cuda bigihînin ber çavên temaşevanan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye