REPAK'ê Cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî şermezar kir

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK), birîna cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. REPAK'ê destnîşan kir ku dewleta Îranê mafên mirovan bin pê dike,pergaleke serdestiya mêran pêş dixe û mafê jiyanê yê jinan hedef digire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

REPAK'ê, zêdebûna zext û zordariya li ser jin û muxalifan şermezar kir û da xuyakirin ku ev yek aramî û aştiyê çênake.

Her wiha destnîşan kir ku Rejîma Îranê, dijminê herkesî ku dengê xwe bilind dike û daxwaza mafê mirovan dike ye.

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd REPAK'ê di dawiya daxuyaniyê de, bang li rejima Îranê kir ku dev jî pergala xwe ya li dijî mafê mirovan, êrîş û kiryarên xwe yên sîstematîk ên li ser jinan berde û cezayên darvekirinê bide seknandin.

Şerîfa Mihemedî di Kanûna 2023’yan de, bi tohmeta "propagandaya li dijî dewletê" hat girtin û di 13’ê Sibatê de jî cezayê darvekirinê li wê hat birîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24