Lêgerîn di kanala TELE1 TV de berdewam dike

Polîsan îro danê sibê li dijî televîzyona TELE1 TV operasyonek dan destpêkirin. Berpirsê Kanalê Merdan Yanardag hate binçavkirin û tîmên TEM li kanalê lêgerînê dikin .

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gökhan Kayış, pêşkêşvanê bernameya "Sabah Pusulası" (Pûsûla Sibê) , operasyonê bi awayekî zindî li ser TELE1 TV ragihand.

Kayiş diyar kir ku tîmên Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) di saetên serê sibê de hatin ser kanalê û dest bi lêgerînê kirin.

Gökhan Kayış tekez kir ku li ser biryara dadgehê li mal û ofîsa Gerînendeyê Giştî yê Weşanê ya TELE1 TV Merdan Yanardag lêgerîn hatiye kirin.

Li gorî Kayiş, tîmeke TEM'ê ya ji 50 kesan pêk tê li ser kanalê heye .

Her wiha di derbarê operasyonê de, dozgeriyê daxuyaniyek da û ragihand ku Merdan Yanardag di saetên serê sibê de hatiye binçavkirin .

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye