DYA’yê cezayên nû li 2 şîrketên Rûsyayê birîn

Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ceza li du şîrketên petrolê yên Rûsyayê birîn

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Scott Besant, duh derbarê vê mijarê de axivî û got:

 ``Sedema cezayên li ser şîrketên Rosneft û Lukoil hatine birîn, ew e ku herdu şîrket, makîneya şer a Kremlînê fînanse dikin."

Ev ceza di demeke hesas û girîng de tên birîn ku serokê DYA’yê Donald Trump hewl dide şerê, di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dawî bike.

Scott Besant destnîşan kir ku Wezareta Xezîneyê, amade ye ku eger hewce bike tedbîrên zêdetir bigire da ku piştgiriyê bide hewildanên Serok Trump ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê.

Têkildarî mijarê, Yekitiya Ewropayê jî duh li hev kir ku cezayên xwe yên li ser çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê tundtir bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye