Li Japonyayê kurdek di bin çavan de bi awayekî biguman mir

Murat Çîçek ê 49 salî, dema li Japonyayê di bin çavdêriyê de bû di şert û mercên gumanbar de mir. Di rapora otopsiyê ya destpêkê ya Murat Çîçek de, sedema mirinê wekî qulbûna perîtonê (zar) ji ber birîna rûvî hate destnîşankirin. Piştî mirina bi guman a Murat Çîçek, malbata wî daxwaza eşkerekirina dîmenên kamerayê û hemû belgeyên fermî dike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di 25'ê hezîranê de, Murat Çîçek dema ku ji Yamanashi vedigeriya Saitama, piştî ku wesayîta wî li astengiya rê ket, ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Murat Çîçek, senarîst û lîstikvanekî Kurd ku ji Colemergê ye, ji sala 2019'an û vir ve li Japonyayê dijiya, piştî qezayeke sivik a trafîkê hatibû binçavkirin li qereqola polîsan bi awayekî bi guman mir. 

Li Qereqola Polîsan a Takao çi qewimî?

Malbat dixwaze bizanibe ka li Qereqola Polîsan a Takao çi qewimîye?

Pismamê Murat Çîçek, rojnamevan Mehmet Tatlı, hûrgiliyên bûyerê di 9'ê tîrmehê de bi rêya hesabê X`ê parve kir.

Li gorî malbata wî, di dema binçavkirina Çîçek de destûr nehatiye dayîn ku bi parêzer an xizmên xwe re hevdîtinê bike.

Şeş roj şûnda Sefaretxaneya Tirkiyê ya li Tokyoyê xebera mirina wî ji xwîşka wî ya ku li Almanyayê dijî re ragihandiye.

Cenazeyê Çîçek di 10'ê tîrmehê de radestî malbata wî hatiye kirin.

Bi behaneya nebûna pasaportê hat binçavkirin

Di hevdîtinekê ku ji hêla parêzerê malbatê ve hatî kirin de polîsan diyar kirine ku polîsan behsa pêvajoya binçavkirinê kirine.

Li gorî polîsan, Çîçek bi destûra xwe ya rûniştinê ya Japonî re ti pirsgirêk tune bûn.

Lêbelê ji ber nasname û pasaporta wî pê re tune bûye, hatiye girtin.

Her çend pasaporta wî paşê di bin çavdêriya polîsan de li mala wî hat desteserkirin jî, binçavkirin nehat bidawîkirin.

Ji bo nexweşxaneyê dereng hat veguhastin

Li gorî agahiyên ku polîsan dane malbatê, Çîçek gotiye ku êvara 1'ê tîrmehê êşeke giran li zikê wî ketiye.

Li şûna ku wî bibin nexweşxaneyê, bijîşk gazî qereqola polîsan kiriye.

Piştî rewşa Çîçek girantir bûye, birine Navenda Pizîşkî ya Hachioji ya Zanîngeha Pizîşkî ya Tokyoyê.

Bêliv di hucreya xwe de hat dîtin

Li gorî rayedarên polîsan, Çîçek piştî ku di kontrolên şevê de di hucreya xwe de, di nav serşokê de bêliv hatiye dîtin.

Piştre Murat Çîçek ji nexweşxaneyê re hatiye veguhestin.

Rapora otopsiya pêşîn çi dibêje?

Di rapora otopsiyê ya pêşîn de ku ji malbatê re hatiye şandin, sedema mirinê perîtonît (qutbûna rûpûşa zik ji ber birînên rûvî) hatiye destnîşankirin.

Malbata Murat Çîçek jî îdîa dike ku agahdariya ku ji hêla polîsan ve hatî dayîn, nakokiyên girîng û îhmalkariya muhtemel dihewîne.

Mirina Çîçek di nav civaka Kurd a li Japonyayê de jî bandoreke berfireh çêkir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye