Îraq bi salan e li ser asta navdewletî wekî yek ji welatan ku herî zêde bi pirsgirêkên gendelî û diziyên mezin ên darayî re rûbirû ye tê naskirin.
Lewma şerê li dijî diziyên bi vî rengî rasterast bi hewldanên hikûmetê yên ji bo paqijkirina qada aborî û çespandina serweriya qanûnê ve girêdayî ye.
Di çarçoveya vê hewldana giştî de, Wezareta Navxweyî ya Îraqê ragihand ku wan tawanbarê sereke yê mezintirîn diziya ku parêzgeha Kerkûkê di sala 2024’an de dîtiye, binçav kiriye.
Gumanbar di sala 2024’an de 825 milyon dînarên Îraqî ji xwediyê şîrketeke danûstandina pereyan li Kerkûkê dizîbû.
Piştî bûyerê, tawanbar rêbazên veşartinê bi kar anîn û bi berdewamî di navbera parêzgehên cuda yên Îraqê de diçû û dihat, da ku ji destê dadmendiyê bireve.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Nûçeyan a Îraqê, Polîsên Kerkûkê piştî ku tespît kirin ku gumanbar li Bexdayê ye, hêzên dijî terorê ên Kerkûkê kemînek jê re danîn.
Di encama serdegirtinê de gumanbar hat girtin, mikurhatinên wî hatin tomarkirin û ji bo temamkirina rêkarên qanûnî radestî dadweriyê hat kirin.