Şandeya jinan a DEM Partiyê li gel Mazlûm Ebdî xebatên hevpar, piştgirî û hevkariya ji bo şaredariyên Rojava jî nîqaş kirin.
Her wiha rewşa dawî ya li Rojava û pêvajoya entegrasyonê bûn mijarên sereke yên nîqaşê.
Di civînê de pêvajoya entegrasyonê li Rojava hat nîqaşkirin
Her du aliyan li ser pêşketinên li herêmê û gavên ku di vê pêvajoyê de hatine avêtin, nerînên xwe parve kirin.
Her wiha, piştgirî û hevkariya di navbera Rojava û Bakur de, wekî mijareke din a civînê hate nirxandin.
Di heman demê de pêvajoya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî di civînê de cih girt.
Şande di 7’ê cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, piştî serlêdana saziyên li herêmê duh hevdîtin bi Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî re kir.