Der barê xwendina bi Kurdî siyasetmedara Kurd Ilham Ehmed da zanîn ku ew Gavên Wezareta perwerdeyê û ênzîkbûna wezîr bi xwe jî erênî dibîne.
Blakişand ser biryara Hikûmetê ya derbaskirina dersên bi Kurdî di nav pêvajoya xwendinê de û di heman demê de xwendina bi Erebî û Inglîzî jî û got ji bo bicihkirina vê biryarê divê ev biryar bê şopandin û dibistan jî baş bêne amadekirin.
Ilham Ehmed: Zanîngeha Rojava wek zanîngeha giştî ya Hesekê tê qebûlkirin
Ilahm Ehmed ev yek jî anî ziman ku Zanîngeha Rojava wê wek zanîngeha giştî ya parêzgeha Hesekê bê qebûlkirin, û wê hemû xwendekarên zanîngehê xwendina xwe temam bikin, zanîngeha Kobanê jî dibe beşek ji zanîngeha Helebê.
Ilham Ehmed: Serweriya dewletê li Hesekê çêbûye
Ilham Ehmed: Niha dewlet berpirsyar e
Der barê rewşa ku di van rojên derbasbûyî de li Hesekê derketibû, ilham Ehmed got ku sazî entegere bûne û serweriya dewletê çêbûye û got niha dewlet berpirsyar e.
Ilham Ehmed: Çarenivîsa 500 kesên girtî û revandî ne diyar e
Di berdewamiya axaftina xwe de, Ilham Ehmed eşkere kir ku Heta niha çarenivîsa 500 kesên girtî û revandî ne diyar e di nav wan de sivîl û şervan jî hene ji sala 2018an û heta niha nav ji wan re tên, ew jî van navan didin hikûmetê, û ew kes gav bi gav tên berdan.
Ilham Ehmed: Li Sûriyê qanûna partiyên siyasî tune ye
Ilham Ehmed ev yek jî anî ziman ku niha daxwaz tê kirin ku qanûna taybet bi partiyên siyasî li Sûriyê derkeve lê heta vê gavê li Şamê biryar ji bo vê pirsê nehatiye dayîn û got pêwsîtiya Sûriyê bi qanûneke bi vî rengî heye.