Li welat û derveyî welat beşdariya herî xurt a Newrozê

Newroza 2026an a li welat û derveyî welat hate pîrozkirin ji salê din cûdatir û xurtir bû. Taybet beşdariya zêde yên bajarê weke Stenbol, Amed, Wan, Dêrik, Frankfûrt, Boon bala herkesî kişand. Gel bi coş û keyfxweşî û bi cil û bergên xwe yên Kurdî yên rengîn bersivdan wateya newrozê û aliyên ku xwestin newrozê asten bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi milyonan Kurd Cejna Newrozê li seranserî Kurdistan û Cîhanê pîrozkirin.

 

Bi cil û bergên Kurdî û vêxistina agirê Newrozê daketin qadan.

 

 

 

Xelkê Dêrikê dinava buharê de, Newroz pîroz kirin.

 

Bi sedan ji xelkê 3 bajarokan tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

 

 

Amed îsal jî careke din nîşanda ku paytexta Kurdistan û Newrozê ye

 

Ev wêne li ber çavên we rastiyê derdixe holê.

 

Tevî hewaya baranê zêdetirî Milyonek kes bêyî qeza û birîndarî newroza xwe bi çoşek mezin hate pîrozkirin..

 

 

Li Stanbolê jî vê carê teşeyek ji salên borî cudatir derket.

 

Vê salê Newroza Stanbolê ji hemû salên dîtir bi heybet û bi coş bû.

 

Dora miyonek kes ji bo ku Newrozê pîroz bikin herikîn qada şahiya Newrozê.

 

Şopîner û rojnamevanan vê yekê weke bandora pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirin girtin dest.

 

 

Newrozeke din a bi coş jî paytexta Serhedê li bajarê Wanê pêk hat

 

Newroza bi coş a Wanê ku bi tevlibûna bi 600 hezaran kesan Newroz pîroz kirin.

 

Welatî di saetên serê sibê de bi şal û şapik, kiras û fîstanan herikîn qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê.

 

Jin û ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî Newrozê dan û bi kelecan govend gerandin.

 

 

 

Li bajarê Frankfurt yê Almanyayê ahenga herî mezin a Newrozê ya Kurdên diyasporayê bi beşdariya sed hezaran hat pîrozkirin.

 

Di pîrozbahiyên ku bi şîara "Yekîtiya neteweyî û piştgirî" hatin lidarxistin de, Rebstockpark bû şahidê beşdariya herî qerebalix a dîroka xwe.

 

Li gor komîteya amadekar zêdetirî 200 hezar kes beşdarî vê newrozê bûne ev yek rekora hemû salan e.

 

 

Dîsa li bajarê Bonnê yê heman welatî jî şahiya pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.

 

Kurd û dostên xwe ji welatên cuda tevlî li şahiyê bû.

 

Ev nevroz jî bi beşdariya nêzî sed hezar kesî hate pîrozkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye