Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de peşetinên di rojevê de nirxand.
Tuncer Bakirhan diyar kir ku 9 sal berê hevserokên wan ên giştî jî di nav de gelek parlamenter û rêveberên partiya wan hatibûn girtin û wiha got:
“Ew roj di heman demê de pêkanîna desthilatê ya li dijî siyaseta gelê Kurd bû. Li dijî rêya 3'yemîn bû. Li dijî aştiyê bû.
DMME yê ji bo Demîrtaş biryara serbest berdanê da. Ew biryar êdî teqez bûye.
Divê Tirkiye vê biryarê pêk bînê û demildest di serî de Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş, hemû hevalên me serbest berde.
Divê ev şerm êdî bi dawî bibe."
"Ji Şînan re rêzê bigirin"
Tuncer Bakirhan bal kişand ser astengiyên li dijî şînên endamên HPG'ê û YJA-Starê yên li Şirnex û Rihayê û ev yek anî ziman:
“Bila dewlet zilmê li gel neke.
Pirsgirêk ne bi şer û pevçûnan çareser dibe, divê bi muzakereyan bên çareserkirin.
Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de gotiye divê em zimaneke çêker bikarbînin.
Ev jî bi hevdu qebûlkirinê û entegrasyona demokratîk çêdibe. Lê heta niha tu gav nehatiye avêtin.
Em êrişên li dijî gel tên kirin şermezar dikin. Aştî bi rêzgirtina şînê pêkan e.
Em wisa dikarin li hev werin.”
‘Em ê ji bo mafên karker û kedkaran têkoşîna xwe bidomînin’
Tuncer Bakirhan derbarê pirsgirêka aborî de jî destnîşan kir ku bi hezaran kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne û wiha got:
“Ev rewşa xerab di daneyên desthilatê de jî hene. Ev xîzanî şerma vê desthilatê ye.
Kêdkarên vî welatî jiyaneke mirovî heq dikin.
Ev welat dikare bibe welatekî karker û kedkaran. Em ê ji bo mafên karkêr û kedkaran jî têkoşîna xwe bidomînin.”
Bakirhan: Divê hevalên me tavilê bên berdan
Tuncer Bakirhan piştî komcivînê pirsên rojnamegeran bersivand.
Tuncer Bakirhan derbarê pirsa têkildarî gotinên Devlet Bahçelî ji bo tehliyeya Selahattîn Demirtaş jî diyar kir ku Devlet Bahçelî rast gotiye û ew ji Devlet Bahçelî re spas dikin
"Divê komîsyon biçe li Ocalan guhdarî bike"
Tuncer Bakirhan li ser pirsa çûna Komîsyonê ya cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got:
“Ji bo çareserkirina pirsgirêka sedsalî divê komîsyon biçe bi muxatabê sereke re hevdîtinê bike û demildest li birêz Ocalan guhdarî bike.”