Piştî destwerdana Amerîkaya ya sala 2003'an, desthilatdariya welat hatibe guhertin le nakokî li Iraqê çareser nebûn.
Ji ber ev welat pir renge, heya niha nakokî û şerê mezhebî û olî, lê berdewamin, lewma Îraq hertim bi qeyraneke, siyasî, rêveberî, aborî re rû bi rû ye.
Îraqa ku qeyraneke piralî dijî, wê di 11’ê Mijdarê de, Hilbijartina Palemantoyê lidarbixe.
Kampanyayên hilbijartinê jî, di 3'ê Cotmehê de dest pê kiriye.
"21 milyon û 404 hezar kes xwedî mafê dengdayînê ne"
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê, diyar kir ku li seranserî welêt 21 milyon û 404 hezar kes xwedî mafê dengdayînê ne.
Ji bo hilbijartina parlementoyê 709 navendên hilbijartinê hatine diyarkirin û 4 hezar û 501 sindoq wê werin danîn.
"Di hilbijartinan de 2 hezar û 248 namzetên jin hene"
Komîseriya Hilbijartinê anî ziman ku ji bo 329 kursiyan, 2 hezar û 248 namzetên jin û 5 hezar û 520 namzetên mêr hene.
75 namzetên serbixwe , 31partî wê wek rêkeftin beşdarî hilbijartinê bibin.
Ji bilî rêkeftinan 38 partiyên din jî, wê tev li hilbijartinê bibin.
"Li herêma federal kotaya jinan ji sedî 30 ye"
Komîseriya Hilbijartinê da zanîn ku ji sedî 20 ji kursiyan yên jinan, ji sedî 75 jî ji bo mêran, 9 kursî ji bo kotayên pêkhateyan hatine veqetandin.
Kotayên Pêkhateyan: 9 kursî
Li seranserî Iraqê, kotaya jinan ji sedî 20 e, lê li Herêma Federel ya Kurdistanê, kotaya jinan ji sedî 30 ye.
Hezar û 500 rojnamevan wê çavdêriya hibijartinan bikin
Komseriyê tekez kir ku wê 304 çavdêrên navdewletî û zêdetirî hezar û 500 rojnamevanên navxwe û navdewletî, çavdêriyê di hilbijartina parlementoya Iraqê de bikin.
Di hibijartinan de, sê hêzên sereke hene ew jî, Erebên Şîe, Erebên Sunî û Kurd in.
Bloka herî mezin a ŞÎE ye
Bloka herî mezin a Şîe ye, 8 tifaqên wan hene û ji 329 kursiyên li parlamentoyê 140 jê yên wan e.
Di Tîfaqa Îmar û Pêşvebirinê ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî serkêşiya wê dike de jî, 7 rêkeftin cih digirin.
Hevpeymaniya ji bo Serweriya Qanûnê, ku ew yek ji baskên Sune ye, ji 11 tevgerên siyasî pêk tê û armanca wê ya sereke ku Nûrî Malîkî bibe serokwezîr.
Hevpeymaniya Serweriyê, bi serokatiya Xemîs Henkar, piştî çûyîna Serokê berê yê Parlamentoyê Mihemed el-Helbûsî ji hevpeymaniyê, gelek bandora xwe winda kir.
Tifaqa Azîm a bi serkêşiya Musena Semerai jî, ji çendek partiyên biçûk pêk tê.
Mukteda El-Sadr banga boykotkirina hilbijartinan kir
Li aliyeke din jî, Tevgera Sadr ku Mukteda El-Sadr serkêşiya wê dike, banga boykotkirina hilbijartinan kir.
Di navbera Partiyên Kurd de ti rêkeftin tineye
Rewşa partiyên Kurd di van hibijartinan de tevliheve û di navbera wan de ti rêkeftin tineye.
PDK, li Hewlêr û Dihokê bihêz e û YNKê jî, li Silêmaniye, Kerkûk û Helebceyê bihêz e.
Li beramberî wan jî, Tevgera Nişfê Nû ya bi serkêşiya Şasûwar Abduwahîd, Eniya Gel a bi pêşengtiya Lahor Şêx Cengî, Hilbijêrên Eniya Helwêst, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Dadgerî û partiyên din jî, tev digerin û dixwazin kursiyan bidest bixin.
Hadi El-Amîrî: Qertên hibijartinê bi 200 dolar tên firotin
Hin pirsgirêkin wek Hebûna hin komên çekdar, îdiayên ku namzetan qertên hilbijêran bi pereyan kirîne, fikarên têkildarî ewlehiya hilbijartinê û bêusûliyên di dema hejmartina dengan de û bê karbûn, dibe ku bandoreke cidî li ser ewlehiya hilbijartinê bikin.
Serokê Rêxistina Bedir a Şîe Hadi el-Amîrî, îdîa kir ku ji bo her qertekî hilbijêrekî/ê 200 dolar pere hatiye dayîn.
Pêşbirka Serokê Parlemantoyê di navbera Sudanî û Malîkî de ye
Di van hilbijartinan de, Pêşbirka serokê parlemantoyê, di navbera Serowezîrê heyî Muhammed Şiya Sudanî û serokwekzîrê berê Nûrî el-Malîkî de ye.
Îran, li ser milîsên Şîe û partiyên siyasî xwedî bandorekî zêde ye, Amerîka dixwaze bandora Îranê qels bike û Tirkiye jî hewl dide bi rêya hevkariya bi PDK’ê re, bandora xwe li herêmê zêde bike.