Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê berdewam dike. Hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî di êrîşên cuda yên li ser Xezeyê de, zêdetirî 60 kes ku 24 ji wan alîkarî digirtin kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin.
Witkoff: Me tîma xwe ji bo danûstandinan ji Dohayê vegerand
Ji aliyê mijara agirbestê ve jî, Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff ragihand ku wan bi sedema Hemas ji bo agirbesta li Xezeyê dudilî ye, biryar daye ku tîma xwe ya danûstandinan ji Dohaya paytexta Qeterê vekişinin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff li ser hesabê xwe yê Xê got: "Piştî bersiva dawî ya Hemasê bi awayekî eşkere nîşan dide ku ji bo pêkanîna agirbestê li Xezeyê ne bi xwesteke, me biryar da em tîma xwe ji bo danûstandinan ji Dohayê vegerînin."
Witkoff da zanîn ku ew di mijara misogerkirina aştiyeke mayînde ya li Xezeyê de bi biryar in.
Hemasê rexneyên ji bo dudiliya agirbestê yên ji bo wan tê kirin red kir.
Rayedarên Hemasê dibêjin ku wan derbarê agirbest û pevguhertina dîlgirtiyan de ya li gel Îsraîlê, bersiveke erênî daye navbeynkaran.
Berevajiyê îsraîlê Hemas jî dibêje ku pirsgirêk bi piranî hatine çareserkirin, lê Îsraîl ji bo domandina hebûna xwe ya li derdora Xezeyê israr dike.
Macron: Divê dewleta Filîstînê were avakirin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê rewşên dawî li Xezeyê de got ku wî biryar daye Fransa Dewleta Filistînê nas bike û ew dê vê yekê meha Îlonê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî ragihîne.
Her wiha Serokkomarê Fransayê diyar kir ku ya lezgîn divê were kirin, rawestandina şerê li Xezeyê û rizgarkirina xelkê sivîl û alîkariyeke mirovî ya berfireh bigihêje xelkê Xezeyê ye.
Emmanuel Macron tekez kir ku divê bêçekkirina Hemasê û ewlehî û avakirina Xezeyê werin garantîkirin û divê Dewleta Filîstînê were avakirin.
Siûdîyê desteka Macron a ji bo dewleta Filistînê erênî dît
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî desteka Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo avakirina dewleta Filîstînê erênî dît.
Erebistana Siûdî desteka Fransa ya ji bo Filistînê weke biryara dîrokî û piştrast kirina zagona NY ya ku her miletek xwedî wê mafê ye ku çarenûsa xwe diyar bike pesinand.