Li Siweydayê xwepêşandan: Daxwaza me ya sereke serxwebûn e

Li bajarê Siweydayê bi tevlîbûna şêniyên gund û bajarokan xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanê de daxweza sereke “serxwebûn” bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêniyan di xwepêşandanê de bang kirin ku dorpêç were bidawîkirin,  korîdorên mirovî û bazirganiyê werin vekirin, tevgera çûn û hatinê serbest bibe û ew bi xwe çarenûsa bajarê xwe diyar bikin.

Çalakvan Wail Ebû Eselî di xwepêşandanê de axivî û diyar kir ku dorpêça Hikumeta Veguhêz rê nade ku alîkariyên mirovî weke xwarin, derman, av, kehrebe û xebatên bingehîn bi giştî derbas bibin lewma “serxwebûn” vebijarka yekane ye.

Herî dawiyê jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji 13’ê Tîrmehê ve, di êrişên li ser bajarê Siweydayê de hezar û 677 kes hatin kuştin, ji wan 452 meydanî hatiye qetilkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24