Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li gundê Til Sarîn ê herêma Til Kelex a Parêzgeha Humsê, maleke sivîlan gulebaran kir.
Di encamê de, keça bi navê Culyana Mehmûd Idrîs a 10 salî hat kuştin û her du birayên wê Elî yê 12 salî û Silêman ê 15 salî jî birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku duh êvarî, dema ku her sê zarok li balkona mala xwe rûniştî bûn, endamên Hêzên Ewlekariya Giştî gule li wan reşandin.
Şêniyan li hemberî êrişê, bertek nîşan dan û xwestin ku sivîl bêne parastin û êrişkar jî bêne cezakirin.