Hêzên Îsraîlê careke din derbasî nava axa Sûriyê bûn û lêgerîn kirin

Medyaya Sûriyê ragihand ku Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Deraayê bûne û lêgerînek ji bo çekan pêk anîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya Sûrî diyar kir ku 18 wesayitên leşkerî yên Îsraîlê derbasî gundên Saysûn û Cemla yên li bejahiya rojavayê Derayê bûn, lêgerîn li malan kirin.

Li gorî aghiyan di nav malan de bi cih bûn, lê di lêgirînê de kesek nehatiye girtin.

Hêzên Îsraîlê ku hebûna xwe li başûrê Sûriyeyê xurt dike, li Quneytîrayê 9 baregeh û nuqteyên leşkerî ava kirin û li Cebl El Şêx jî dest danî ser 5 nuqteyên stratejîk.

Çend mehin hêzên Îsraîlê dikevin nava axa Sûriyeyê, operasyonên serdegirtinê pêk tîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24