Cezayê darvekirinê li Serokwezîra berê ya Bangladeşê hat birîn

Dadgeha Bengladeşê cezayê darvekirinê da serokwezîra berê Şêx Hesîna. Hesînaya ku li derveyî welêt dijî, bi kiryarên li dijî mirovahiyê hat sûcdarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dadwer Ghulam Murtuza Muzumeder bi van gotinan biryarê eşkere kir:

“Hesîna bi sê tuhmetan hatiye mehkûmkirin.

Tuhmetên wê Tehrîkirin, teşwîqkirina kuştinê û pêşî lê negirtina li hovîtîyê bûn.”

Şêx Hesîna derbarê mijarê de axivî û got, ew ê biryarê qebûl neke.

Di sala 2024an de li hemberê rêveberîya Hesîna proestoyên mezin hatibûn lidarxistin.

Serokwezîra Bengladeşê ji ber gurbûna alozîyê di heman Tebaxê de terka welêt kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye