Li meclisa Tirkiyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan silav da şandeya Dem Partiyê û bersiv da pirsên ku jê hatin kirin.
Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî mijarê axivî.

Erdogan: Rawestîn tune ye pêvajo berdewam e
Di şahiya pêşwaziyê de ku 23'yê Nîsanê li Meclisa Tirkiyê hat lidarxistin, hin pirs ji Erdogan hatin kirin.
Pirs der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî hebûn, Erdogan têkildarî pirsên ku jê hatin kirin, ev tişt got:
"Rawestên tune ye, pêvajo berdewam e"
Bakirhan: Pêvajo berdewam dike bi dawî nebûye
"Pêvajo berdewam dike, bi dawî nebûye.
Ez hêvî dikim ku di rojên pêş de leztir bibe.
Pêşniyarên me amade ne, em ê pêşkêş bikin, heke bixwazin em ê pêşkêş bikin.
Li gorî ramana min rojeva Tirkiyê qanûna taybet e.
Li pêşiya me ti astengî tune ne, di rojên pêş de dê bikeve rojeva Tirkiyê.
Hêdî pêşve diçe, lê em hêvî dikin ku di rojên pêş de leztir bibe."