Dîsa Îsraîlê bombebarana li ser deverên cuda yên Xezeyê zêde kir, di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Nexweşxaneya El-Şîfa vê sibehê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de, ya li ser malekê li kampa penaberan a El-Şatî, li rojavayê bajarê Xezeyê,yek jê zarok 5 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Trump: Washington dan û standinên pir kûr bi Hamasê re dike
Li aliyekî jî dan û standinên ji bo bidawîanîna şerê Xezeyê û berdana dîlgirtiyan, ji nû ve dikeve dewreyê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh got ku Washington bi tevgera Hamas a Filistînî re dan û standinên pir kûr dike û ji wê xwest ku hemû dîlgirtiyên ku li Xezeyê girtî ne berde.
Trump di axaftinên xwe yên ji rojnamevanan re, pêşbînî kir ku piraniya dîlgirtiyên li Xezeyê hatibin kuştin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, di nav êrîşeke nû ya Îsraîlê de bi Hamasê re dan û standinên dijwar dike.
Ev yek di demekê de tê ku artêşa Îsraîlê, duh avahiyek bilind li bajarê Xezeyê wêran kir û îdîa kir ku wan êrîşî bircê kiriye ji ber ku Hamasê binesaziya terorîst tê de bi cih kiriye.
Her wiha Îsraîlê ev êrîş wekî beşek ji hewldana zextkirina li ser Hamasê ji bo berdana dîlên xwe, pesend kir.
"Refah nabe deriyek ji bo koçberiyê"
Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Karên Derve ya Misirê roja Înê nerazîbûna xwe li hember daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu nîşan da ku rexne li redkirina Qahîreyê ya derketina Filistîniyan ji deriyê sînor ê Refahê digirt.
Di daxuyaniyê de, hat tekezkirin ku Refah nabe deriyek ji bo koçberiyê û Misir wê helwesta xwe di vê mijarê de neguherîne.
Deriyê Refah li ser sînorê di navbera Misir û Xezeyê de, rêyeke sereke ye ku rê dide ketina alîkariyên mirovî û derketina rêwî û birîndaran ji Xezeyê, ew damareke girîng a aborî û ewlehiyê ye.
Di 7'ê Gulana 2024'an de, Îsraîlê aliyê Filistînî yê deriyê sînor ji nû ve kontrol kir û ew girt.