Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya Îranê, îro sêşemê 16'ê hezîranê, bidarvekirina 2 girtiyên siyasî (Cewad Zemanî û Abolfazil Saidî) ragihand.
Ajansê diyar ku her du girtî, di xwepêşandanên meha çileyê de li parêzgeha Semnanê ya Îranê hatibûn girtin.
Serokê dadgeha parêzgeha Semnanê anî ziman ku sûcdariyên li dijî her du girtiyan ev in:
- Tawana şer û gendeliyê li ser rûyê erdê bi kişandina çekên agir û sar.
- Wêrankirina bi zanebûn a milkên giştî û taybet, bi mebesta dijayetiya Komara Îslamî ya Îranê.
- Têkdana rêkûpêkî û ewlehiya civakê, kombûn û hevkariya ji bo kirina sûcekî li dijî ewlehiya navxweyî ya welêt.
Serokê dadgehê agahî da û wiha got:
"Cezayên bidarvekirinê yên van kesan, îro sibehê hatin bicihanîn."