Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe de, der barê demokratîkbûn, serxwebûna dadweriyê û çareseriya pirsgirêka Kurdî de peyam da û got:
"Divê rêya siyaseta demokratîk were vekirin û meclis berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka Kurdî bigire ser xwe.
Berî bidawîbûna dema yasadanînê, divê qanûneke çarçoveyî were derxistin.
Perspektîfa hemwelatîbûna wekhev û komara demokratîk, bingeha aştiya mayînde ye."
Bahçelî: Tirkiyeke bê teror misogeriya yekîtiya neteweyî ye
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî di civîna koma partiya xwe de, pêşketinên di siyaseta navxweyî û derveyî de nirxandin.
Bahçelî di nirxandinên xwe de ev peyam da:
"Armanca "Tirkiya bê teror" ne tenê siyaseteke ewlehiyê ye, lê di heman demê de misogeriya aştiya civakî û pêşketinê ye jî.
Divê Tirkiye di serdema nû de ji tevaya gefên terorê azad bibe."
Geşedanên herêmî û polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyê jî di nav mijarên sereke yên axaftina Bahçelî de bûn.
Chp'ê civîn li dar nexist
Cîgirê serokê Koma CHP'ê Murat Emîr ragihand ku Ozgur Ozel û tîma wî biryar dane ku roja sêşemê, 16'ê hezîranê, civîna komê li dar nexin.
Tîma Kiliçdaroglu jî diyar kir ku ew ê ji bo civîna komê li Parlamentoyê serlêdanê nekin.
Murat Emîr, di civîneke çapemeniyê de got:
"Ji navenda me ya giştî ti serlêdan ji bo civîna komê ji parlamentoyê re nehatiye.
Em fêm dikin ku ew li ser civîna komê naxebitin.
Em ji vê yekê kêfxweş in."
Berdevkê CHP'ê Muslim Sari, ji tîma Kemal Kiliçdaroglu re jî ragihand ku Kiliçdaroglu biryar daye "civîna komê ya ku ji bo sêşemê hatibû plankirin, li parlamentoyê li dar nexe."
Sari sedema vê yekê wekî "parastina yekîtiya Partiya Gel a Komarî û pêşîgirtina li afirandina zemînên ji bo dabeşbûn û aloziyên nû" destnîşan kir.