Piştî gihîştina peymanekê di navbera Îran û Amerîkayê de, daxuyanî û nirxandinên serokê Amerîkayê Donald Trump û hikûmeta wî der barê mekanîzme û xalên peymanê de berdewam dikin.
Di peyamekê de li ser platforma Truth Socialê, serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê bi eşkereyî soz daye ku hewl nede çeka nukleerî bi dest bixe.
Wî ev soz wekî yek ji destkeftiyên herî girîng ên peymanê bi nav kir û wiha nivîsand:
"Îranê qebûl kiriye ku qet çeka nukleerî bi dest nexe.
Her wiha, çîroka ku Amerîka 300 milyon dolarî dide Îranê, nûçeyeke derew e ku ji hêla demokratan ve hatiye belavkirin."
Ev daxuyanî helwesta wî ya herî dawî ya li ser lihevkirina di navbera Washington û Tehranê de ye.
Ev şîroveyên serokê Amerîkayê di demekê de tên ku Amerîka û Îran amadekariyên destpêkirina rêze-danûstandinên teknîkî dikin.
Vance: Handerên aborî ji bo Tehranê di nav lihevkirinê de hene
Ji aliyekî din ve, cîgirê serokê Amerîkayê J.D Vance ji NBC Newsê re got ku bîrnameya têgihîştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de handerên aborî yên girîng ji bo Tehranê di nav xwe de dihewîne.
Di nav de sivikkirina cezayan û gengaziya veguherîna aboriya Îranê heye.
Vance zêde kir ku heke Îran sozên xwe bi cih bîne, dê ji sûdên lihevkirinê sûdê wergire.
Lê heke ew pabend nebe, yek ji van sûdan jî dê ji bo Îranê peyda nebe.
J.D Vance wiha berdewam kir:
"Bîrnameya têgihîştinê ya bi Îranê re nêzîkî rûpel û nîvekê ye, ev yek jî wê dike belgeyeke giştî.
Di dema danûstandinên teknîkî de, em ê neçar bimînin ku gelek pirsgirêkan çareser bikin.
Bîrnameya têgihîştinê çarçoveyekê ava dike ku dihêle Îran di berdêla bicihanîna sozên xwe de sûdê werbigire.
Beşa yekem a bîrnameya têgihîştinê dibêje ku Tehran û Washington pabendî aştiya li herêmê ne.
Divê Îran dev ji fînansekirina rêxistinên terorîst ên tund û hêmanên nearamîkirina herêmê berde.
Vance: Divê Îran uranyuma dewlemendkirî ji holê rake
Di dawiyê de, cîgirê serokê Amerîkayê behsa jiholêrakirina depoyên Uranyuma dewlemendkirî ya Îranê kir û wiha anî ziman:
Beşekê Ji dîmenên Uranyumê bi kar bîne
Dîmenê bi navê Uranyumê di folderê min de ye
"Bi rastî, yek ji beşên sereke yên lihevkirinê ev e, ku Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî û Amerîka dê alîkariya Îranê bikin ku depoya Uranyuma xwe ya dewlemendkirî ji holê rake.
Ev yek bi zelalî di bîrnameya têgihîştinê de hatiye diyarkirin û Amerîka û Îranê berê li ser li hev kirine."