Putîn rewşa Bûşehrê ji nêzîk ve dişopîne

Serokê şîrketa Rosatom a Rûsyayê Alexei Likhachev, ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, rewşa santrala nukleerî ya Buşehrê ya li Îranê bi baldarî dişopîne. Bi taybetî piştî ku cara çaremîn bû hedefa êrîşan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê şîrketa Rosatom a Rûsyayê Alexei Likhachev, diyar kir ku piştî ku cara çaran santrala nukleerî ya Bûşehrê li Îranê bû hedefa êrîşan, Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn rewşa santralê ji nêz ve dişopîne û wiha lê zêde kir:

 

“Careke din, ez dixwazim bibêjim ku Serokê Federasyona Rûsyayê, Vladîmîr Putîn, ji hemî pêşketinan bi tevahî agahdar e.

 

Ew mijaran ji nêz ve dişopîne, her wiha her gav girîngiyeke taybet dide xebata santrala Bûşehrê û bi taybetî jî personelên Rûsî.”

 

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê beriya niha ragihandibû ku santrala nukleerî ya Bûşehrê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê ve hat bombebarankirin, di encamê de karmendek hat kuştin.

 

Saziyê, eşkere kir ku ji ber teqînê, yek ji avahiyên santralê zirar dîtiye û endamekî di warê ewlehiyê de hatiye kuştin.

 

Lêpirsînên destpêkê nîşan dan ku bûyerê zirar nedaye beşên sereke yên santralê û xebatên wê bandor nebûne.

 

Lêbelê, ajansê piştrast kir ku santrala Bûşehrê dixebite û mîqdarên mezin ên madeyên radyoaktîf dihewîne.

 

Eger zirareke mezin bighêje santralê, dê bibe sedema qezayeke mezin a nukleerî.

 

Ev yek di demekê de tê ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, di roja 37´emîn a li pey hev de berdewam dike.

 

Santrala nukleerî ya Bûşehrê yekem santrala nukleerî ya Îranê ye û bi alîkariya Rûsyayê hatiye çêkirin.

 

Rûsyayê, berê jî hişyarî dabû ku bila tesîsên nukleerî neyên hedefgirtin û banga aramiyê kiribû.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye