Ev 6 rojin bênavber Îran û Amerîka êrîşî hev dikin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku wan êrîşên nû li ser armancên leşkerî û binesaziya Îranê pêk anîne.
CENTCOM’ê li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsand:
"Îro di saet 9:40 êvarê de bi dema Rojhilata Navîn, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê pêla xwe ya herî dawî ya êrîşên li dijî Îranê bi dawî kir."
Di heman demê de, artêşa Amerîkayê diyar kir ku balafirên şer, dron û keştiyên şer bi dehan armancên leşkerî yên Îranê, di nav de navendên çavdêriyê û parastina hewayî, binesaziya lojîstîkê ya leşkerî û şiyanên deryayî armanc girtine.
Her wiha medyaya Îranê da zanîn ku birca çavdêriya deryayî ya bajarê Çabeharê û Balafirgeha bajarê Îranşehirê yên ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ve di êrîşên Amerîkayê de hatin armancgirtin.
6 Pir jî li bajarê Bender Xumîrê yê ser bi parêzgeha Hurmuzganê ve di êrîşan de hatin hilweşandin.
Bi giştî di şeva borî de, parêzgehên Hurmuzgan, Xozistan, Loristan, Bûşehir û Sîstan û Belûçistanê rastî êrîşên Amerîkayê hatin.
Supaya Pasdaran: Me li kendavê êrîşî baregehên Amerîkayê kir
Li aliyekî din, Supaya Pasdarên Îranê daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan êrîşî armancên Amerîkayê li welatên Kendavê kiriye.
Supaya Pasdaran diyar kir ku êrîşên bersivdayînê yên Îranê bi navê operasyona Nesir 2 hat kirin.
Supaya Pasdaran îdia kir ku wan bi mûşek û dronan navend, baregeh, cihên radaran û binesaziyên Amerîkayê li Uman, Kuweyt, Urdun, Behreyn û Qeterê kirine armanc.
Supaya Pasdaran êrîşî baregeha Tenefê ya li Sûriyê kir
Ji aliyeke din Supaya Pasdarên Îranê eşkere kir ku hêzên wan ên hewayî êrîşî navenda fermandariya Amerîkî ya li herêma Tenefê ya Sûriyê jî kirine.
Rêxistinê ragihand ku wan di vê êrîşê de sîstema radarê, çend helîkopterên taybet û hejmarek hêzên Amerîkî armanc girtine.
Supaya Pasdaran di dawiya de da zanîn ku ev êrîş bersiveke li ser kuştina leşkerên Îranê di êrîşên Amerîkayê yên li ser bajarê Îranşehrê de ye.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: Di êrîşan de 38 kes hatin kuştin
Piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê, Wezareta Tenduristiyê ya Îranê daxuyand ku di êrîşên Amerîkayê de heta niha herî kêm 38 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kes birîndar bûne.
Serokê Navenda Têkiliyên Giştî ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kerman Pûr li ser platforma Xê wiha belav kir:
"Di şerê tîrmehê de, hejmara qurbaniyên êrîşên Amerîkayê ji 400î derbas bûye.
Her wiha 38 hemwelatî şehîd bûne.
Li gorî Husên Kerman Pûr 47 kes jî niha li nexweşxaneyê ne.