PJAK'ê êrîşa li ser komeleyê şermezar kir

Têkildarî mijara êrîşên Îranê yên bi mûşek û dronan ên li ser Başûrê Kurdistanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Serokatiya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda êrîşên Îranê şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî êrîşên dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û armancgirtina kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek belav kir.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniya xwe de êrîşên li ser partiya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.

PJAK'ê ev tişt di daxuyaniya xwe de belav kir:

"Di êrîşa mûşekî ya hovane ya vê sibehê de ku ji aliyê dewleta Îranê ve li ser kampên Komeleyê li nêzî Zirgiwêze hate kirin, 9 pêşmergeyên Komeleyê şehîd bûn.

Meclisa PJAK'ê vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dike.

Her wiha meclis sersaxiyê ji malbatên wan 9 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê re dixwaze.

Ev çalakiya terorîstî tirsa kûr a rêjîmê ya li hemberî vîna azadîxwaziyê nîşan dide. 

Xwîna wan 9 pêşmergeyan, careke din girîngiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevpar a li dijî siyasetên terorîstî yên Komara Îslamî nîşan dide.

Xebata rewa ya gelê me heta serketina tekez wê berdewam bike."

Serokatiya başûrê Kurdistanê êrîşên Îranê şermezar kirin

Ji aliyekî din ve, Serokatiya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de êrîşên dawî yên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Serokatiya Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên Îranê de wiha nivîsand:

"Armanckirina Başûrê Kurdistanê, pêşhateyeke xeternak û binpêkirineke eşkere ya serweriya Îraqê ye.

Ev êrîş gefan li aramiya welêt dixwin û dibin asteng li ber hewldanên aştiyê yên li herêmê."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka êrîşên Îran û Amerîkayê ve û heta niha, Herêma Kurdistanê bi 904 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Di van êrîşan de 29 şehîd û 138 birîndarî çêbûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye